Civatên xelkê Kurdistanê!
Kom û civatên mirovhez
Wekî haydar in şeva Înê, 4’ Rêbendana 1398’an, hevberî 24’ê Janviyeya 2020’an, erdhejek bihêz parêzgeha Xarpêt a Bakûra Kurdistanê hejand ku navenda vê erdhejê, bajarê Sîvrîce bû. Bi sedema vê bûyera malvêrankar ku roja şûndatir deverên din ên wê parêzgehê û herweha parêzgeha Melatiye jî vegirt, mixabin bi dehan hevnîştimaniyan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûne, herweha bi sedan xanî û mal jî herifîne û xelkek zaf bê rê û cih mane ku çarenivîsa hejmarek xelkê hêj nexuya ye û rengê hindê dide ku li jêr kavilk û dar û perdikên xaniyên herifî de mabin. Li gor zaniyariyan, xelkê lêqewimî ên wan deveran ji ber bandora befr û sir û seqemê û herweha ziyanên erdhejê, li rewşek pir xerab de dijîn û hewcehiya bilez bi alîkariyên mirovî hene.
Navenda Hevkariyê ya hizbên Kurdistana Îranê bi vê boneyê ve, hevxemiyê bi kes û karên goriyên vê karesata xwezayî re dike û hêviya başbûn û saxlemiyê bo birîndaran dixwaze. Herweha daxwazê ji xelkê welatparêz ên Kurdistanê, mirovdostan û kom û civatên mafên mirovî û xêrxwaz dike ku bi her awayê mumkin, bi hawara xelkê lêqewimî ên deverên erdhejlêdayî ve biçin û alîkariyên mirovî ên bilez û hewce bigehînine wan, û rê nedin ku sir û seqema zivistanê jî bibe sedema kûrtirbûna vê birîna mezin.
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê
6’ê Rêbendana 1398’an
26’ê Januariya 2020’an
Peyama Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê bi boneya erdheja Bakûra Kurdistanê
